Nûçeyên kurdî

Yaylaliyê redkarê wicdanî ji bo Robozikê dest bi greva birçîbûnê kir
Yannis Vasilis Yaylali yê redkarê wicdanî di 6emîn salvegera Qetlîama Robozikê de li girtîgehê hefteyekê wê têkeve greva birçîbûnê

Yannis Vasilis Yaylali yê redkarê wicdanî û mafparêz li Girtîgeha Elezîzê hefteyekê wê têkeve greva birçîbûnê ku piştî qetlîama Robozikê ji bo piştgiriya bi malbatên 34 welatiyan li Gundê Robozikê bi cî bûbû û demeke berê hatibû girtin.
Yaylali 22yê Nîsanê ya 2017yê bi îdiaya ku “dev avêtiye Serokomarî”, “Gel teşwîqî serhildana li hemberî yasayan kiriye” û “propagandeya rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Yaylaliyî ji Gokhan Soysal Hevserokê Komeleya Redkarên Wicdanî re nameyek şandiye û tê de gotiye ku di navbera 21yê Kanûna Pêşiyê û 28ê Kanûna Pêşiyê ku salvegera Qetlîama Robozikê ye wê ji bo hefteyekê têkeve greva birçîbûne.
Li gorî nûçeya ku di malpera Komeleyê de hatiye weşandin Yaylaliyî gotiye ku: “Kesên di dosyaya Robozikê de bêyî ku serbazekî jî ji kar dûr bixin rêya dadgehkirinê girtine, di vê pêvajoya ku gelekî tevlihev de dixwazin ji têkoşîna ku em ji bo Robozikê dimeşînin rizgar bibin.
“Ew bi çi hincetê berê xwe didin me bila bidin, em rastiya xwe gelekî baş dizanin.
“Çend roj mane ku salvegera qetlîama Robozikê were. Li şûna ku ji bo failên qetlîama Robozikê jêpirsîn û lêpirsîneke bibandor bimeşînin û piştevaniya kesên ku lêpirsîn û jêpirsîn dikin bikin, êrîşeke mezin li ser têkoşîna edaletê ya li Robozikê tê meşandin, li ser piştevaniya enternasyonal a ku em bi malbatên Robozikiyan re nîşan didin heye.
“Ji bo Robozikê ne şeş sal, şêşt sal jî derbas bibe, em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Ta ku edalet were Robozikê, ta ku canên me di gorên xwe de bi aramî razên û rondikên dayikên Robozikiyan bisekine…” (EKN/FD) 

Bianet

Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê I  21 Aralık 2017, Perşembe 13:06-Arsiv

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlarınız için teşekkür ediyorum